Li Stûttgartê çalakiya ji bo piştgiriya bi kampên penaberan re

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi kampên penaberan û Mexmûrê re çalakiyek hate lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê û rewşa kampên penaberan ên li Elmanyayê, li bajarê Stûttgartê çalakiyek hate lidarxistin.

çalakî bi banga Platforma Seebrucke Stûttgart pêk hat û li Marktplatzê hate lidarxistin. Endamên komên Solîd, Dîe Lînke, Antî-Faşîst tevlî çalakiyê bûn. Hunermend Peter Grohmann û nûnerê Seebrucke jî li qada çalakiyê amade bûn.

Peter Grohmann got, "Ez li rojhilatê Elmanyayê ji dayik bûm û hatim vê derê. Baş zanim ku xizanî tê çi wateyê. Îro bi vê hestê li vir têdikoşim. Budçeya Ewropayê têra kampên penaberan dike, mixabin vê yekê li gorî aramî û pêwîstiyê diyar nakin. Ev nayê qebûlkirin."

Di çalakiyê de dowîz û pankartên bi nivîsa "Piştgiriya bi mirovên ji şer reviyane", "Destûrê nede talankirina xwezayê" hatin hildan.