Li Strasboûrgê roja 101’emîn
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Serdanên ji bo çalakiyê didomin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di 17’ê Kanûna 2018’an de jî 14 çalakgeran li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.
Di nava rojê de akademîsyenê ji Emerîkayê Dr. Thoreaû Redcrow hate serdana çalakgerên li Strasboûrgê. Redcrow li ser gerîlayên Kurdistanê teza doktorayê nivîsandibû. Redcrow bi çalakger û civaknas Kardo Bokanî û çalakger û hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç hevdîtinek kir.
Piştî hevdîtinê Redcrow diyar kir ku gelê Kurd xwedî li pêngaveke girîng derdikeve û ji ber têkiliyên Ewropayê yên ligel Tirkiyeyê, CPT bêdeng e.
GAZIYA SÛRÛCÊ ERZÛRÛMLÛOGLÛ JÎ HATE SERDANA ÇALAKGERAN
Gaziya Sûrûcê Guneş Erzûrûmluoglû ya ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de di êrîşa Sûrûcê de birîndar bûbû, ew jî hate serdana çalakgeran. Erzûrûmlûoglû di serdanê de diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîdê mezin dibe. Erzûrûmlûoglû bal kişand ser vî tiştî dema ku ew birîndar bûbûn ambûlans nedabûn wê û parlementera wê demê Dîlek Ocalan ketibû dewrê û ambûlansa balefir amade kiribû.
Çalakger Dîlek Ocalan jî diyar kir ku dema wê a niha Erzûrûmlûoglû dîtiye ew gelekî bihistyar bûye: Ocalan got ku, “Wê berxwedana li dijî tecrîdê bigihêje armancê.”
Tê payîn ku hin komên ji Fransa û Tirkiyeyê jî wê werin serdana çalakgeran.