Li Strasboûrgê li Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê hate avakirin

Greva bêdawî-bêdorvger ya Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan di roja 128’an û ya li Strasboûrgê jî di roja 89’an de ye. Bi tevlîbûna tevgerên Tirkiyeyî ‘Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê ya Strasboûrgê’ hate avakirin.

Daxuyaniya platformê ya bi sirûda ‘Deng bide berxwedanê’ li bajarê Strasboûrg a Fransayê didome, bal hate kişandina ser xurtkirina çalakiyên hevpar ên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê.

Bi tevlîbûna nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd (KCDK), ATÎK- Strasboûrg, DÎDF-Strasboûrg, Navenda Çanda Elewî a Strasboûr û Partîzan Fransa Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç ê li dijî tecrîdê 89 roj e di grevê de ye jî tevlî amade bû.

Li ser navê Platformê Mehmet Kilinç daxuyanî da û got: “Ji xwe li vir bangeke ya hestyariyê heye. Em saziyên demokratîk ên şoreşger heta ji destê me bê em ê xwedî li grevê derbikevin. Em vê îro dixin rewşeke navendîbûnê.” Kilinç anî ziman ku wê li dijî tecrîdê berxwedanê bi çalakiyên cihê mezin bikin, ji bo vê wê li rojên pêş dîrokên çalakiyan ragihînin.

JI BO DENGÊN WAN HÊ ZÊDETIR BÊ BIHÎSTIN EM Ê ÇALAKIYAN XURTIR BIKIN

Kilinç bibîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 8’ê Mijardarê destpêkirî, di serî de li Ewropa û hemû cîhanê deng vedaye. Kilinç bal kişand yek ji lingê vê berxwedanê li Strasboûrgê ev 89 roj in dewam dike. Kilinç anî ziman ku wek sazî ev 89 roj in xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Kilinç da xuyakirin ku ji bo hê zêdetir dengê wan li cîhanê bê bihîstin wê kar bikin.

Kilinç got: “Her kêlî her gav dibe xeberek giran bê bihîstin, ji bo vê em ê bêdeng nemînin û deng hê zêdetir bilindtir bikin.” Kilinç got wek platform vê berxwedanê weke berxwedana xwe dibînin.

KOÇ: LI PÊŞIYA ME DU RÊ HENE; ME RÊYA FEDAYÎBÛNÊ HILBIJART

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç avakirina Platforma Jiyînê ya li Dijî Tecrîdê silav kir û da xuyakirin ku tecrîd li ser hemû gelan e. Koç got: “Li pêşiya me du rê hebûn; an me wê jiyana bêrûmetiyê bipejirandiba, yan jî bo jiyana bi rûmet çalakiyeke bi vî rengî ya fedayane hilbijart.”

BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI HEMÛ PÊKHATEYAN HATE KIRIN

Koç diyar kir ku li her qadê berxwedana li dijî tecrîdê deng vedaye û got; “Piştgirîdayîna vê têkoşîna li dijî faşîzmê ya her kesê xwedî wijdan girîng e. Li dijî hemû polîtîkaên faşîst biyekbûna Kurd, Elewî, şoreşger-demokrat û sosyalîstan ew ê têkoşîn bi ser bikeve. Têkoşîn ji bo mirovahiyê ye û baweriya me heye em ê serbikevin.”

Koç qala hilbijartina xwecihî jî kir û got: “Li Kurdistanê serketina HDP’ê û li bajarên Tirkiyeyê têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê girîng e.”

Koç banga xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê li hemû pêkhateyan kir.

BANGA TEVLÎBÛNA MEŞA 17’Ê ADARÊ

Platformê di daxuyaniyê de ragihand ku piştgiriyê didin meş û mîtînga KCDK-E ya 17’ê Adara 2019’an a roja Yekşemê. Platformê banga tevlîbûnê li her kesê kir û diyar kir ku ew ê çalakiyên ku ji aliyê platformê re were lidarxistin bi raya giştî re parve bikin.