Li Strasboûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya rûniştinê

KCDK-E'yê ragihand ku wê li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya rûniştinê bike. KCDK-E'yê diyar kir ku çalakî wê çar rojan carekê bi dorvegerî pêk were û banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E'yê têkilî 'Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan' daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin berpirsyariya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê ne bi dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP'ê re sînordar e, hêzên navnetewî, CPT û Konseya Ewropa bixwe jî berpis e û ji ber sedema ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê re dikare li ser Tirkiyê biryara pêkirinê bide.

'JI BO KU SAZÎ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH BÎNIN..'

Di daxuynaiyê de rapora CPT'yê ya Tebaxa 2020'an a têkilî pergala Imraliyê ku diyar kiribû pergala Imraliyê nikare were qebûlkirin hate bibîrxistin, hate gotin yê ku li Kurdistanê çareseriyê bîne Ocalan e û ji bo geşbûna demokrasiyê ya li Tirkiyê jî aktorê sereke ye, tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 21 sal in didome ji hêla exlaqî, wijdanî û li gorî hiqûqa navnetewî jî nayê qebûlkirin û ji bo ku Ocalan şerê li Kurdistanê û herêmê rawestîne divê bi şertên azad bi rola xwe rabe.

Her wiha hate gotin ji bo ku ji bo ku CPT, Konseya Ewropa, DMME ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rola xwe rabin 12'ê Cotmehê, ''Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan'' wê dest pê bike.

AGAHIYÊN DERHEQÊ ÇALAKIYÊ

KCDK-E'yê got çalakî wê 4 rojan bidome, dorveger be, her roj wê komeke ji 30 kesî pêk hatî rûne, siyasetmedarên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropî, nûnerên sazî û dezgehan, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, nûnerên baweriyan, nûnerên jin û ciwanan wê xwedî li çalakiyê derkevin.

Her wiha hate gotin di navbeyna 12-16'ê Cotmehê de wê nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî, siyasetmedar, nûnerên bawerî û nasnameyên cihê,

19-23'yê Cotmehê nûnerên saziyên jinan,

26-31'ê Cotmehê nûnerên saziyên ciwanan,

28-29-30'ê Cotmehê enternasyonelîstên ji welatên cihê li çalakiyê hazir bin.

Hate diyarkirin li ber Konseya Ewropayê ya Strasboûrgê, li adrêsa Conseil de l'Europe, 1 avenue de l'Europe, 67000 Strasbourgê wê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayin û 'Çalakiya Rûniştinê ya Ji Rêber Ocalan re Azadî' saet 12.00'an wê dest pê bike.

KCDK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiyê kir.