Li Strasboûrgê desteserkirina şaredariyan hate şermezarkirin

Bi meş û mîtîngekê li bajarê Strasboûg ê Fransayê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate şermezarkirin.

Desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve li bjarê Strasboûrg ê Fransayê hate protestokirin. Li ser banga TJK-F û CDK-F li Qada Kelberê çalakî pêk hat.

Li gel Kurdistaniyan welatiyên Fransî jî tevlî mîtîngê bû. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HDP’ê hatin hildan. Girse piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşa li navenda bajar de belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin. Di meşê de dirûşmên ‘Berxwedana HDP’ê silav dikin’, ‘Qatil Erdogan, dîktator Erdogan’ û ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyeke polîtîk’ hatin qîrkirin.

Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin hate gotin ku bi qeyûman vîna gel hatiye tinekirin. Hate gotin ku dema vîna gel tine bê hesibandin wê demê ‘dîktator’ derdikevin.

Çapemeniya Fransî jî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da. Li gel HDP’ê Partîzan, ATÎK, DÎDÎF, Li Dijî Nîjatperestiyê û Tevgera Biratiya Gelan jî tevlî çalakiyê bûn.