Li Stockholmê semînera ziman

Bi pêşengiya Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî semînerek hat dayîn.

Li paytexta Swêd, Stockholmê bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li ser rewş û pêşeroja zimanê Kurdî bi beşdariya komek rewşenbîr, zimanzan û mamosteyên zimanê Kurdî semînerek hat dayîn.

Semînera ku diviya 21'ê Sibatê de pêk bihata, lê ji ber rewşa erdheja li bakurê Kurdistanê, taloqê 26.02.2023’an hatibû kirin. Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî li ser navê Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî axaftin kir û wiha got: “Bi hatin û dilsoziya we ya ji bo zimanê Kurdî kêfxweş im. Ji ber ku em li xerîbiyê dijîn û her wiha torên medyaya dîjîtal jî wisa kiriye ku mirov ji dan-stendinên civakî û hatina gel hev dûr bikevin, li cîhaneke wisa ji bo ziman hatina gel hev a mirovan û Kurdhezan tiştekê watedar e.“

Piştre re hunermend Mirad bi boneya roja ziman, stran got. Pişre mamosteyê zimanê Kurdî Rêkar Ehmed li ser mijara ‘Ziman û nasname’ semîner da. Ehmed, wiha got: “Her weke tê zanîn, ziman pir û amûreke peywendiyê femkirina ji hev û din e. Her wiha peywendiyeke pir xurt di navbera ziman û çandê de jî heye. Dema neteweyek hinek zimanê xwe ji bîr dike, beşek ji çanda xwe jî ji bîr dike. Weke mînak em Kurd lawik, heyran, hore, kilam û stranên me yên dengbêjiyê hene, heger em zimanê xwe ji bîra bikin, ma em dikarin bi zimanekê dîtir heman tiştî bibêjin? Na, heger bê lorandin an bê gotin jî, tiştekê kenê mirov pê bê, wê derbikeve holê. Bi dîtina min ev nêzî du hezar sal in ku ziman e em li ser pêyan hêlane û parastine. Me, ziman neparastiye, ziman em ji neteweyên dîtir cuda hîştine û parastine. Pir zane û navdar çûne nav neteweyên dîtir, lê ji ber jidestdana zimanê xwe, wan tu xêr ji bo zimanê kurdî nekiriye. Pir giring e ku li her cihî mirov xwe weke Kurd bide nasandin.“

Di beşê duyem ê semînerê de jî mamoste Behazad Pîrmûsa li ser mijara Rewş û giringiya zimanê zikmakî li Swêdê semîner domand. Pîrmûsa, wiha got: “Dîroka mafê zimanê zikmakî ji bo biyaniyan derdora salên 60'î li Swêdê dest pê kir. Bi taybetî di nava hin komûnan de weke zagon salên 70'yî derket pêş. Ji bilî zimanê Swêdî, nêzîkê bi 111 zimanan ders têne dayîn. Zimanê Kurdî jî yek ji wan e. Mixabin weke zimanê Kurdî nayê binavkirin, dibêjin: ‘Soranî, Kurmancî û her wiha mixabin Behdînanî dibêjin‘.  Divê em vê kambaxiyê sererast bikin. Pêvajoya xwendinê beşek ji mal û beşek jî li dibistanê didome. Lewma erka ser milê dê-bav pir giring e. Li cihê ku ez kar dikim, mamosteyeke Tirk heye û 80 xwendekarên wî hene û 50 ji wan Kurd in û ya Erebî jî 200 xwendevanên wî hene û 110 kes ji wan Kurd in. Ev pirsgirêkeke mezin ya lawazbûna hestên neteweyî, nebûna pirtûkên pêbawer, ol û gelek pisgirêkên civakî ne. Her wiha xurt nebûna yekitiya mamosteyên Kurdî, erk û rola enstîtuyê û di televizyonan de nêzîkbûna bi lawazî ya ji bo zimanê Kurdî ye ku weke dersa perwerde nayê dayîn. Mixabin xwedî derketina li zimanê Kurdî, di nava Kurdan de lawaz e.“

Di semînerê de gotûbêjê li ser xurtkirina saziya yekitiya mamosteyên zimanê Kurdî, çêkirin an peyda kirina pirtûkên bi zimanê akademîk li ser ziman, şêwaz û rêbazên danhezkirina zimanê Kurdî, di TV’yê de û li ser torên medyaya dîjîtal, hate kirin.