Şehîdên komploya navdewletî li Stockholmê hatin bîranîn

Li Stockholmê ji aliyê meclîsa gel ve merasîma bîranîna şehîdên komploya navdewletî hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdên komploya navdewletî û her wiha şehîdê dawî Xelîl Şen, bi amadebûna malbata wî ji aliyê Meclîsa Gel ya Stockholmê ve merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Di axaftina merasîmê de ev tişt hate gotin “Tecrîd ne tenê li ser Rêberê me heye her wiha li ser jiyana me, girtiyên me û siyasetmedarên me jî heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê me gelek şehîd dan. Yek ji van şehîdên me jî heval Xelîl Şen e. Di kesayeta heval Xelîl Şen de em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û em bi vê minasebetê şehîdên Garê yên ku bi qehremaniya xwe navê xwe li dîrokê dayîn bi bîr tînin.”