Li Stockholmê protestoyên Îranê: 5 birîndar, 15 destgîrkirî
Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevat Zarîf serdana Swêdê kir, ev du roj in rejîma Îranê bi çalakiyan tê protestokirin.
Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevat Zarîf serdana Swêdê kir, ev du roj in rejîma Îranê bi çalakiyan tê protestokirin.
Ji ber tevlêbûna Zarîf a li konferanseke Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) di navbeyna çalakgeran de ku rejîmê şermezar dikin û polîsan de pevçûn derket.
Di çalakiyan de 5 xwepêşandêr birîndar bûn, 15 jê hatin destgîrkirin. Polîsan 60 xwepêşandêr bi zorê li otobosan siwar kirin û birin deverên din.
Li gel êrîşa polîsan jî çalakî heta dawiya konferansê berdewam kir. Piştî nîvro çalakger hatin ber avahiya parlamantoyê û bi dirûşmeyan rejîma Îranê û Hikûmeta Swêd şermezar kirin.