Li Stockholmê Kurdên Feylî şehîdên xwe bi bîr anîn
Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdên Feylî şehîdên xwe yên Enfalê bi merasîmekê bibîranîn.
Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdên Feylî şehîdên xwe yên Enfalê bi merasîmekê bibîranîn.
Kurdên Feylî ku di dîrokê de gelek caran koçberî û komkujî jiyane, her sal di meha Nîsanê de cangoriyên xwe yên salên navbera 1970-1980 bi merasiman bibîrtînin.
Di dîroka xebat û berxwedaniya ji bo azad jiyan kirina Kurdên Feylî (Kurdên Şîa) bi sedan şehîd û ji ber cihêrengiyên xwe bi sedan kesên wan ji hêla komara sêdare ya Îran hatine li sêdare dan û her wiha gelek caran ji hêla diktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisên ve nêzîkî 182 hezar kes hatine qetilkirin.
Îsal bi pêşengtiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Feylî ji bo bîranîna cangoriyên xwe yên enfalê semînerek li dar xistin ku tê de gelek rêxistin û kesayetên ji her çar hêlên Kurdistanê beşdar bûn.
Li ser navê KNK’ê Karwan Seîd peyamek da. Seîd wiha got; “Em şehîdên hemû bawermendên cuda yên li ser axa Mezopotamiya bibîr tînin, Kurd ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî û herêmî, gelek caran rastî komkujî û tunekirinê hatine.”