Li Stockholmê di Newrozê de berxwedana li Kurdistan û Tirkiyeyê hate silavkirin
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye gelê Kurd ji bo pîrozkirina Newrozê hatin ba hev û berxwedana li Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin.
Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye gelê Kurd ji bo pîrozkirina Newrozê hatin ba hev û berxwedana li Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin.
Gelê Kurd xwest saet di 14.00’an de li Parka Ralambshovsê Newrozê pîroz bike. Lê polîsên Swêdê bi hinceta vêxistina agir, stran û sirûdan û şewbê pîrozbahî asteng kir.
Ligel ku astengî hate kirin jî li ser navê rêxistinên Kurdan hate diyarkirin ku Newroz ji bo gelê Kurd û gelên din ên bindest roja têkoşînê ye. Di axaftina de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gerîlayên li serê çiyê hate pîrozkirin.
Piştî axaftineke kurt flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK û PJAK’ê hatin hildan û ber bi îstasyona metroyê ve meş hate kirin.