Li Stockholmê di 1'ê Gulanê de işaret bi kolberên jin hate kirin

Li Stockholmê di çalakiya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê de işaret bi kolberên jin ên li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.

Endamên Meclîsa Jinê ya Amara, bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê li navenda paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de işaret bi jinên kedkar ên li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî jinên kolber hate kirin.

Ji bo balê bikişînin ser mijarê jî jinekê kincê herêmî li xwe kir û bar li pişta xwe kir. Ev fîgurê ku weke nîv şano rawestiya bû, bala her kesên li derdorê kişand.

Li qada çalakiyê pankarta bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê" û pêlavên zarokan hate danîn ku karkerên zarok temsîl dikir.

Çalakiya ku daxuyaniyek li ser wateya rojê hate dayin, bi dirûşma "Bijî 1'ê Gulanê" bi dawî bû.