Li Stockholmê dagirkerî û terorîzma dewletê hate protestokirin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, Kurdan û dostên wan dagirkeriya li ser Rojava protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava saet di 13.00’an de li Qada Bantoget a Norrayê ya Stockholmê civiyan. Bi sedan kesan bi alayên PKK, KCK, PYD, PJAK, YPG, YPJ û KODAR’ê dest bi meşê kirin.

Girse bi meşê gihişt Qada Normalmstrongê. Li qadê Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn, Endama KNK’ê Zeynep Morad û çalakgera jin Pirşeng Xoûremî diyar kirin ku divê Kurd li hemberî welatên mêtinger têbikoşin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.

Altûn bal kişand ser vî tiştî ku armanca dewleta Tirk a dagirker ev e ku destkeftiyên dewleta Tirk a li her çar parçeyan ji holê rake û diyar kir ku divê gelê Kurd li hemberî dagirkeran bibin yek.

Di çalakiyê de sloganên wekî ‘Erdoganê faşîst û qatil’, ‘Erdogan û Rûhanî yek in’, ‘Bila îdam bi dawî bibin’ hatin berzkirin.