Li Stockholmê çalakiya xwedîderketina li Şengalê

Kurdên li Stockholmê li ber Sefaretxaneya Bilind a Iraqê li hev kom bûn, gefên li ser Şengalê şermezar kirin û xwestin, statuya Şengalê li gel rêveberî û saziyên xwe bê qebûlkirin.

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Şengalê îro li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdên ji çar aliyên Kurdistanê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber Sefaretxaneya Bilind a Iraqê ya li Stockholmê li hev kom bûn.

Di çalakiyê de ku saet 11:00 dest pê kir, Kurdistaniyan bi dirûşmên xwe li ber gefên li ser Şengalê rabûn û piştgirî dan berxwedana xelkê Şengalê ku ji 9'ê Cotmeha 2020'î û vir ve li ser piyan e.

Çalakgeran her wiha nameyek bi daxwaza naskirina rêveberiya xweser a Şengalê radestî rayedarên Sefaretxaneya Bilind a Iraqê kirin.

Di dawiya çalakiyê de bi zimanê Swêdî daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew bi xelkê Şengalê re ne.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.