Li Stockholmê çalakiya azadî ji Abdullah Ocalan re di roja duyemîn de ye

Kurdên li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bi kon dabûn destpêkirin, çalakî di roja duyemîn de didome.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh saet i 14.00’an de çalakiya bi kon hatibû destpêkirin.

Kurd li Qada Myntttorget a li pêşiya parlementoyê hatin ba hev û çalakî kirin.

Gelê Kurd di çarçoveya çalakiyê de derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd, kesên ji wir derbas dibin agahdar dikin.

Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye û bal kişand ser vî tiştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.