BI DÎMEN

Li Stavrapolê pîrozbahiya Newrozê

Kurdistaniyên li bajarê Stavrapolê dijîn, agirê Newrozê vêxistin û bi dirûşma “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd’ Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Stavrapolê ya Rûsyayê Kurdistanî bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz kirin. Kurdistaniyên ku di 20’ê Adarê de agirê Newrozê vêxistin, di 21’ê Adarê de li gundê Razdolnoyê ya Novoalêksandrovskê konserek hat organîzekirin. Di pîrozbahiyê de nûnerên neteweyên din ên ku li herêmê dijîn jî amade bûn.

Pêşî di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê Rêxistinên Kurd ê Herêma Stavrapolê Huseyîn Axmedov axivî û behsa girîngiya Newrozê kir. Li ser navê Rêveberiya Dewletê Xwecîh E. V. Dûdênko axivî. Her wiha li ser navê Tevgera Jinê ya Stavrapolê Seyran Axmêdova axivî. 

Di axaftinan de girîngiya wateya Newrozê ya ji bo gele Kurd hat bibîr xistin û hat diyarkirin ku ev Newroz cejna baharê ya sala nû bi dirûşma “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd’ te pîrozkirin. 

Li ser navê Kurdên li Rûsyayê, Newroza Kurd û Kurdistaniyên her çar perçe Kurdistanê hat pîrozkirin. 

Şahî bi tevlêbûna hunermendên weke Dengbêj Kawa, Hesen Mamêdov, Mehmûd Kobanî, Delîl Lezgiyêv, Barî Yûsûbov, hunermenda biçûk Albîna Lezgiyêva û koma dîlanê ‘Kulîlkên Rojê’ pêk hat. 

Du komên Rûsî jî tevlî şahiya Newrozê bûn û bi dansên xwe gel coşandin.