Li St. Gallenê panela li ser Komkujiya Dersimê
Dîroknas Sedat Ulugana weke axaftvan beşdarî panela li St. Gallenê bû û qala pişt perdeya dîrokî ya Komkujiya Dersimê kir.
Dîroknas Sedat Ulugana weke axaftvan beşdarî panela li St. Gallenê bû û qala pişt perdeya dîrokî ya Komkujiya Dersimê kir.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK-St. Gallen) bi wesîleya salvegera 87'an a Komkujiya Dersimê panelek hate lidarxistin.
Dîroknas Sedat Ulugana weke axaftvan beşdarî panelê bû.
Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna mirovên di Terteleya Dersimê de hatin qetilkirin û ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Di panelê de Sedat Ulugana qala pişt perdeya dîrokî ya komkujiyê û bûyerên wê demê kir.
Piştî ku Sedat Ulugana têkildarî mîsyona dîrokî ya Seyîd Riza û armanca dewleta Tirk pêşkêşiyeke berfireh kir, bersiv da pirsên beşdaran.