Li Solothûrnê ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan çalakî hate kirin

Di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema azadiyê ye’ li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate kirin.

Îro li bajarê Solothûrnê yê Swîsreyê ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ û TCŞ’ê hate hildan.

Kurdan diyar kirin ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî gumanbar hatiye qutkirin û xwestin fikarên wan ên derbarê tendirustî û jiyana Ocalan were zelalkirin.

Hevserokê CDK-S’yê Alî Şîmşek li vê derê axivî û got ku, “Divê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên li Îmraliyê Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim demildest bi parêzer û malbatên xwe re bicivin.”

Piştî axaftinê çalakî bi sloganan bi dawî bû.