Li Solothûrn û Cenevreyê dagirkeriya AKP’ê hate şermezarkirin

Bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyên HDP’ê li bajarê Solothûrn û Cenevreyê hatin protestokirin.

Çalakî li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê hate kirin û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ji di nav de dewletên navneteweyî hatin protestokirin. Hevserokê CDK a Cenevreyê Salih Saglam û Hevseroka CDK Lozanê Nezaht Ergûneş axivîn. Di axftinan de hate gotin ku ew weke Kurdistanî ji bo li dijî van pêkanînan dengê xwe derbixin hatin vir. Hate gotin ku heta faşîzma Erdogan li Kurdistanê bi dawî bibe wê her roj çalakiyên xwe bidomînin. Her wiha di dewama çalakiyê de belavoka bi zimanê Fransî hatibû amadekirin hate xwendin.

SOLOTHÛRN

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad li pêşiya stasyona trenê ya navendê polîtîkaya qeyûman hate şermezarkirin. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin.