BI DÎMEN

Di Newroza Exeter û Edînbûrghê de peyama xurtkirina têkoşînê hat dayîn

Bi sedan Kurdistanî li bajarê Exeter ê Brîtanyayê û Edînbûrgh ê Skoçyayê, bi dirûşmeya ‘Em civaka demokratîk ava dikin’ hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Brîtanyayê Newroz bi coş pîroz kirin. Şahiya ku ji aliyê Komuna Kurd a Devon-Exeter ve li Navenda Exeter Phoenix hate organîzekirin bi dirûşmeya “Em Rêbertî silav dikin,civaka demokratîk ava dikin” pêk hat.

Pîrozbahî bi tevlîbûna gelek Kurdistanî pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Li salonê alên YPG, YPJ, KCK û Kurdistanê û wêneyên Rêber Apo û Mazlûm Dogan hatin daliqandin. Kurdistaniyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berzkirin.

Li ser navê Komuna Civaka Kurd a Exeter Robîn Serhat axivî û banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27’ê Sibatê silav kir.

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Navenda Exeter Phoenix de Akademîsyen Îshak Arî, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û diyar kir ku Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk rêya jiyana azad a gelan e.

Li ser navê Tora Piştgiriya Filistînê Michael Gurney axivî û bal kişand ser aliyên berxwedanê yên têkoşîna Kurd û Filistîniyan.

Parlamenterê Partiya Karker a Exeter Steve Race, jî diyar kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye, tê wateya têkoşîn û vejîna nû. Steve Race, got ku bi vê Newrozê re bûne şahid ku Kurd careke din li tevahiya cîhanê gelek bipêş ketine.

Di pîrozbahiyê de Koma Govendê ya Zarokan a ji zarokên Kurd pêk tê derket ser dikê û piştre skeçek li ser têkoşîna azadiyê ya zarokên Kurd a li di Dehaqê hat nîşandan. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, pêşandanên folklorê hatin lidarxistin.

Di dawiyê de jî Kurdistanî li gel stranên berxwedanê yên hunermend Merwan Şan, Memozan û Seyda Perînçek govend gerandin û bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.

LI SKOÇYAYÊ NEWROZ BI COŞ HAT PÎROZKIRIN

Li paytexta Skoçya Edînburghê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî, enternasyonalîst û siyasetmedarên Skoçyayî, Newroz hat pîrozkirin.

Li qadê posterên mezin ên şehîdên Newrozê hatin daleqandin, alên YPG, YPJ, PKK û KCK’ê hatin hilgitin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Rojava” hatin berzkirin.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên Navenda Civaka Kurd Şoreş Kurdî û Dersim Amed ve hat kirin. Hevserokan Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo silav kirin û destnîşankirin ku Newroz agirê azadî û berxwedanê ya bê dawî ye.

Piştre li ser navê MLKP’ê Huseyîn Karasu axivî û diyar kir ku banga Rêber Apo ji aliyê tevgera kedê ya Tirkiyeyê û Tevgera Kurd ve bi coşekî mezin hatiye xwedîlêderketin û got ku avakirina civaka demokratîk ne tenê berpirsyariya Tevgera Azadiya Kurd, ya şoreşger û demokratên Tirkiyeyê jî ye.

OSMAN BAYDEMÎR: DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr jî îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd kir û destnîşan kir ku piştî daxuyaniyên tevgera azadî û siyasî yên Kurd çavê her kesî li Enqereyê ye û wiha got: “Piştî vê bangê ji bo ku kongre kom bibe û aşitî pêk were divê hemû derfetên ewlehiyê werin avakirin.”

Piştî axaftinan, girseyê li ber defan govendê gerandin. Piştre hunermend Barham Shemamy û Koma Renge Welat derketin ser dîkê. Kurdistanî û dosyên wan li ber stranên Kurdistan û Newrozê govnedê derandin. Pîrozbahiya Newrozê piştî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Edinburghê ve agirê Newrozê hat pêxistin, bi dawî bû.