Li sê navendên Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakî hatin kirin

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan hatine destpêkirin, li 3 bajarên Swîsreyê çalakî hatin kirin.

BASEL

Li serbanga Meclîsa Jinan a Ronahî li qada Clarplatz jinên ku hatin ba hev bi çalakiya ku lidar xistin tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser rewşa krîtîk a grevên birçîbûnê.

SOLOTHÛRN

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Seîlergasseyê hatin ba hev tecrîd protest kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê. Çalakvanan devê xwe girtin û dowîzên li ser ‘Aktivîstên Kurd li dijî tecrîda li ser Ocalan di grevê de ne’, ‘ 7 hezar girtî di greva bê dawî û bêdorveger de ne’ û ‘Ne greva birçîbûnê bêdengiya we wan dikuje’ hatibû nivîsîn hildabûn. Çalakiya bi qasî 20 deqeyan dom kir piştre li stasyona trenê ya navenda bajar dom kir. Piştî belavokên bi Elmanî hatin belavkirin û şûnde çalakî bi dawî bû.

ST GALLEN

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê St Gallen meşek û mîtîngek hate kirin. Çalakvanên li St Leonar Parkê hatin ba hev pankart û dowîzên bi nivîsînên ‘Parlementerek Leyla Guven li dijî tecrîdê 155 roj in di greva bêdawî û bêdorveger de ye’, ‘7 hezar girtî di grevê de ne’ û ‘Es lebe Leyla’ li stasyona trenê ya navendê meşiyan. Piştî meşê li qada Bahnhofplatzê bi belavkirina belavokên Elmanî re çalakî bi dawî bû.