Li sê bajaran tecrîd hate protestokirin, piştgiriya grevan hate kirin

Kurdistanî û dostên wan li Swîsre, Fransa, Swêd û Elmanyayê tecrîd protesto kirin.

Çalakiyên Kurdistanî û dostên wan ên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina berxwedêrên grevên biçîbûnê yên li Ewropayê dewam dikin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê li ser banga Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re li Rathaûsê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin û bal hate kişaşandina ser çalakiyên grevên biçîbûnê û çalakiyên canbexşane. Aktivîsên Meclîsa Jinan a Bêrîtan di dema rûniştina Parlementoya Kantonê ya heftane pêk dihat ketin avahiyê û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Jinan dosyaya li ser tecrîdê pêşkêş kirin û şûnde dawî li çalakiya xwe anîn.

BERN

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn li Bernê bi çalakiya li Bahnofplatez a li Stasyona Trenê ya li navenda bajar tecrîd hate protestokirin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên çalakiyên fedayî pêk anîne hatin hildan. Her wiha belavok jî hatin belavkirin.

BASEL

Basel kentinde Claraplatz’da, Delemont kentinde ise merkez tren istasyonu önünde Açlık Grevleriyle Dayanışma Platformu öncülüğünde gerçekleştirilen eylemlerle Öcalan’a yönelik tecride ve tecride karşı sürdürülen açlık grevlerine dikkat çekildi.

FALÛN

Bi çalakiya ji aliyê Meclîsa Dalarna ya li bajarê Falûn a Swêdê hate organîzekirin, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Banga hestyariyê li raya giştî ya Swêdê hate kirin, hate gotin divê Swêd bikeve nava hewldanan.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî Komeleya Jinan a Zîn, Meclîsa Jinan a Sara Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Qada Repûbîqûeyê çalakî kirin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên grevan hatin hildan û dirûşmên ‘Em hemû Leylan e’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ hatin qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

HAMBÛRG

Li Hambûrg a Almanyayê jî Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ya Hambûrgê mîtîngek hate lidarxistin.Di çalakiya li stasyona trenê ya navendê hate kirin de, dirûşmên ‘Dawî li tecrîd li ser Ocalan bînin’, ‘PKK gel e, gel li vir e’ û ‘Leyla Guven ne bi tenê ye’ hatin qîrkirin. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî axaftin hatin kirin û hate gotin divê li dorî Ocalan bibin yek.