Li Saarbrûckenê çalakî ev 3 roj in didomin

Li Saarbrûckenê ya Elmanayê dagirkirina 3 şaredariyên Kurd bi çalakiyekê hatie şermezarkirin.

Li Saarbrûckenê dagirkirina şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi tevlêbûna bi sedan kesî saet 19.00'an, li Sankt Johanner Marktê, li ber şaredariya Saarbrûckê bi meşekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bang li şaredar û endamên meclîsê yên Saarbrûckenê hate kirin ku piştevanê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bin. di çalakiyê de gelek danezan hati belavkirin, bi dirûşmeyan haet gotin, 'faşîst Erdogan'', ''Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime''.

Çalakvan îro jî li Sankt Johanner Markê wê çalakiya xwe bidomînin.