Li Rûsyayê nûnerên saziyên Kurd dagirkirina şaredariyan protestokirin

Dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê ji aliyê rejîma Tirk ve li du herêmên Rûsyayê bi çalakiyan hate protesto kirin.

Nûnerên saziyên Kurd ên li paytexta Federasyona Rûsya Moskovayê xebatan dike û Kurdên li Komara Xweser a Adîgeyê dijîn dagirkerina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê bi daxuyaniyên çapemeniyê protesto kirin.

MOSKOVA

Daxuyanî li Navenda Çanda Kurd a Moskoveyê hate dayîn. Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd Essenge Araf Azaman^ni Seroka Tevgea Jinên Kurd a Rûsya Jûlyeta Aram, Hevserokê Komeleya Êzidiyên Moskava Egîdê Gero, ji Rêveberên Organîzyona Jinên Kurd a Moskoava Naze Cemalova û Hevseroka Meclîsa Gel a Moskova Refikê Kamil beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê saziyan Araf Azmanî axivî û wiha got; “Koalîsyona AKP-MHP’ê hevpar dijminên gelê Kurd e. Dîktatoriya AKP’ê her roja diçe pêkanîneke faşîzane li Tirkiyeyê pêktîne. Gelê Kurd wê li dijî van polîtîkayên faşîzane liberxwe bide û wê serbikeve. Em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku xeztan li ser Tirkiyeyê pêk bînin”

Piştî axaftina Azmanî nûnerên saziyên din jî axivîn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin.

ADÎGEY

Meclîsa Agirî-Komeleya Çanda Kurd a Adîgeyê ku li Komara Xweser a Adîgeyê xebtan dimeşîne bi daxuyaniya çapemeniyê desteserkirina şaredariyan şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Adîgeyê hate dayîn. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ya Rûsyayê Feyzo Huseyîn axivî û got; “Dewleta Tirk di şer de israr dike. Her roj bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne û gefan li Rojava dixwe. Roja derbasbûyî îradeya bi mîlyonan kesî dagirkirin û hevşaredar ji peywîrê girtin. Divê gelê me li dijî vê zilmê berxwedanê geştir bikin û xwedî li nirxên xwe derbikevin. Dewleta Tirk bi van lîstokên xwe yên qirêj wê nikare bi Kurdan. Yên beriya Erdogan jî hatin ev ceribandin lê bi serneketin. Erdogan jî ew ê sernekeve. Gelê Kurd êdî baş dizane ku ji bo çi têdikoşe û wê çi biparêze. Ji bo wê jî serhildana gel a îro li Amed, Mêrdin û Wanê dide nîşandan ku gelê Kurd çiqas birêxistinkirî û zana ye.”