Li Rûsyayê dagirkeriya qeyûm hate protestokirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve protesto kirin.
Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Saratov, Erşov û Komara Xweser a Adîgey yên Federasyona Rûsyayê dijîn bi çalakiyan desteserkirina şaredariyan protesto kirin.
Li bajarê Saratov yê Federasyona Rûsyayê Kurdistanî û Tevgera Ciwanê Kurd a Rûsyayê bi çalakiyên cûda desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdin yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve protestokirin.
ERŞOV
Kurdistaniyên li navçeya Erşov ya bajarê Saratovê dijîn dagirkeriya şaredariyan bi çalakiyekê protesto kirin.
Kurdistanî li pêşiya vahiya Otonomiya Çanda Kurd ya Erşovê li hev civiyan û li ser navê Kurdan Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd ya Erşovê Mîrzalî axivî.
Mîrzalî wiha got; “Ti niyeta dewleta Tirk a aştiyê ya bi Kurdan re tuneye. AKP MHP bi faşîzmê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Kurd wê bi têkoşîna xwe van lîstokên qirêj yên AKP/MHP’ê pûç bikin.”
ADÎGEY
Tevgera Ciwanên Kurd ya Rûsyayê li pêşiya avahiya Navenda Çanda Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û dagirkeriya şaredariyan protesto kir.
Daxuyanî ji aliyê endamên Meclîsa Tevgera Ciwanan ve hate dayîn û hate gotin ku êrîşa li dijî şaredariyan êrîşeke li dijî nasnameya Kurd e.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Manaf Dadoyev axivî û wiha got; “Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe yên li dijî Kurdan hiqûqa navnetewî binpê dike. Armanca van êrîşan ji holê rakirina nirxên Kurdan e. Divê li dijî van êrîşan serî de Ciwanên Kurd û gelê me berxwedaneke bihêz nîşan bidin. Çawa ku bi berxwedanê me ev nirx hatine bidestxistin divê bi berxwedanê jî were parastin.”
Piştî axaftinan bi dirûşmeyan faşîzma AKP/MHP’ê hate protestokirin.