Li Rûsyayê bi civînan Şoreşa Rojava tê pîrozkirin

Kurdistaniyên Rûsya dijîn, di salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava de bi civîna şoreşê pîroz dikin.

Nûnertıya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rûsya, civînên xwe yên biboneya 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava dabûn destpêkirin didomînin.

Berdewama civînên li navçeya Yerşov û Ozînkî yên Saratov û Moskovayê Kurdên li bajarê Mîçûrînskî ya herêma Tambovê jî li hev civiyan.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Rûsyayê Reşad Benav ji bo Kurdên li Mîçûrînskî dijîn civînek çêkir. Benav diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo hemû Kurdan bû mîlade û destnîşan kir ku gelê Kurd felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne. Benav da xuyakirin ku gelê Kurd ji bo Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan pêşniyar kir bi pêşengtiya PKK’ê de bixe meryetê gelek têkoşînek mezin da, Şoreşa Rojava mînaka vê ya herî şênber e. Benav îşaret bi wê yekê kir ku şoreş ne tenê ji bo Kurdan ji bo şoreşer û beşên pêşverû yên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî û got: “Hemû gelên li Rojava xwedî li nirxên şoreşê derdikevin, li ber hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirekr li ber xwe didin.”