Li Romayê qeyûm hatin protestokirin
Desteserkirina şaredariyên HDP’ê li paytexta Îtalya Romayê bi meşekê hate protestokirin.
Desteserkirina şaredariyên HDP’ê li paytexta Îtalya Romayê bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û endamên meclîsan li ser rêya herî qelebalix a Romayê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate protestokirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û agahî hatin parvekirin.
Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana gelê Kurd’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kurdistan goristan ji bo faşîstan’ hatin qîrkirin.