Li Rennesê li dijî tecrîd û desteserkirina vînê meşiyan
Li bajarê Rennes ê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina vîna Colemêrgê hat protestokirin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina vîna Colemêrgê hat protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û desteserkirina vîna Colemêrgê li qada Colombîer li hev civiyan. Girseyê piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê ber bi qada Republîqu meşiyan.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin berzkirin.
Di dema meşê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke ku li tu derê cîhanê nehatiye dîtin, tê pêkanîn û wiha hate gotin: “3 sal in em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ev vê pêkanînên ku di tu pergalên hiqûqê de tune ye qebûl nakin. Em bang li CPT’yê dikin ku demildest erka xwe bi cih bîne.”
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku desteserkirina vîna gelê Colemêrgê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve nayê qebûlkirin û li dijî desteserkirinê banga berxwedanê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî desthilatdariya çeteyê ku li Kurdistanê gef û êrîşên xwe zêde kiriye, heta dawî li ber xwe bidin.