Li Rennesê dirûşma ‘Dest nede vîna min’ bilind bû

Kurdistanî û dostên xwe li bajarê Rennes ê Fransayê li dijî desteserkirina şaredariya Amed,Wan û Mêrdînê meşek protestoyî lidar xist.

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê dewam dike.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê tevlî meşa ji aliyê Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk a Amara û Komeleya Jinan a Zîn ve hate organîzekirin bûn. Kurdistanî û dostên wan li Qada Colombia hatin ba hev ber bi Qada Reqûblîqûeyê ve ketin meşê û di meşê de dirûşmên ‘Ji bo Kurdistanê çareseriyeke polîtîk’, ‘Dest nede vîna min’ û ‘Dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin.