Li Reîmsê jinan bi sedan name ji CPT re şandin

Jinên Kurd ên li Reîmsê jî tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re bûn ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin.

Jinên Kurd ên li bajarê Reîms ê Fransayê ji bo dawîkirina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û CPT erka xwe bi cih bîne ketin tevgerê.

Di çarçoveya kampanyayê de jinan bi sedan nameyên îmzekirî berhev kirin û birin Postexaneya Navendî ya Reîmsê.

Jinan di nameyê de gotin, “Rêber Apo vîna gel û jinan e. Em ê di her şert û mercê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têbikoşin” û bang li CPT’yê kirin.