Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Swêdê çalakiya nobedê hate destpêkirin

Jinên Kurd êw li paytexta Swêd Stockholmê ji bo protestokirina êrîşên esmanî ya dewleta Tirk a li Mexmûr, Şengal û Mexmûrê dîsa li dijî bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Derve dest bi nobedê kirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Amarayê saet 12:00’ê li pêşiya Wezareta Karê Derve dest bi çalakiyê kirin, daxwaza hevdîtinê bi rayedarên wezaretê re dikin.

Jinan wêneyên kesên sivîl ên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne hildane, bagn li gelê Kurd û dostên wan dikin ku li dijî êrîşan bikevintevgerê û biherikin pêşiya wezareta karê derve.