Li pêşiya NY’yê peymana li ser Şengalê protesto kirin

Peymana di navbera hikûmeta Bexda û PDK’ê de li ser Şengalê hate îmzekirin, li bajarê Cenevre ya Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li pêşiya ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin ba hev, li dijî sewqiyata leşkerî ya rêveberiya Iraqê ku rê li ber qetlîamekê nû veke mîtîngek kirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên ‘Em rênadin fermana 75’an’ û ‘Gelê Şengalê ne bi tenê ne’ hatin hildan. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre hevserokê CDK’ê Salih Saglam axivî û diyar kir ku Şengalê dîroka gelê Kurd e. Saglam anî ziman ku gelê Şengalê ne bi tenê ye.

Nûnerê Federasyona Kerkerên Koçber ên Swîsre Alî Orak jî axivî û diyar kir ku li dijî peymana ku qetlîamekê li ser Şengalê pêk bîne, li gel gelê Şengalê cih digirin.

Piştî axaftinan çalakî bi diûrşman bi dawî bû.

Li aliyê din rêxistinên ciwanên alternatîf a Swîsreyê li ser pira li ser gola Cenevreyê bi armanca piştîvanîkirina bi Şengalê re pankartek daliqandin.