Li pêşiya fabrîqeya çekan a Kîelê ‘Tirkiye’ protesto kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya fabrîqeya çakan a li Kîel a Elmanyayê kom bûn, çalakiyeke bêîtîatiya sivîl kirin.

Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya fabrîqeya çekan a li Sûchsdorf a li herêma Kîelê çalakiye kirin.

Çalakiya ku bi tevlîbûna Komeleya Çanda Kurd, Jiyana Jin, Kurdistan Solîdarîtat, Komîteya Sud Emerîka Solîdarîtat û Antîfa ve hate kirin, belavok hatin belavkirin.

Di vê çalakiyê de firotina çekan û desteka malî a hikûmeta Elman ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku hikûmeta Elman li hember qetlîamên dewleta Tirk helwestekî siyasî jî raber nekir û got: “Divê tavilê dev ji vê helwestê berdin, li hemberî Tirkiyeyê pêkanînên samîmî û lez bixin meryetê.”

Piştî daxuyaniya li pêşiya fabrîqeyê hate dayîn û şûnde, tevahiya rojê belavok belav kirin.

Îşev saet 22:00’an wê dîsa li pêşiya fabrîqeyê çalakî bê kirin.