Li Parlamenta Swêdê qala desteserkirinên qeyûman hate kirin

Li Parlamenta Swêdê qala desteserkirinên qeyûman hate kirin. Di semîneran de hate diyarkirin ku êrîşî nirxên gelê Kurd tê kirin.

Li Parlamenta Swêdê qala desteserkirinên AKP û MHP’ê yên li bajarên Kurdistanê hate kirin.

Parlementera berê ya HDP’ê û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe ya ku AKP’ê ew ji peywirê stendibû û Hîndekarê Zanîngeha Bremenê Çetîn Gurer jî bi rêya Skype tevlî çalakiyê bûn.

GURER: HEMÛ ÎDDÎA JÎ PÛÇ IN

Gurer diyar kir ku 32 şaredariyên HDP’ê bi sûcdariyên dûrî aqilan qeyûm li ser wan hatiye peywirdarkirin û 23 hevşaredar jî hatine girtin. Gurer got ku “Wezareta Karê Navxweyî bi tu awayî nikare van îddîayên xwe îspat bike. Li dadgehan nikare van îddîayên xwe îspat bike.”

Gurer bal kişand ser vî tiştî ku destkeftiyên di serdema şaredariyên HDP’ê de hatibûn bidestxistin, bi destê qeyyûman ji holê tê rakirin û got ku “Qeyûm li dijî nirxên çandî û dîrokî yên gelê Kurd e. Tabelayên bi Kurdî tên rakirin, Bîrdariya Roboskiyê hate hilweşandin. Ji bo çareseriya demokratîk a doza Kurdan divê polîtîkayên Erdogan were sekinandin.”

OZGOKÇE: ERDOGAN DÎKTATOR E

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî diyar kir ku piştî ew di hilbijartinê de bi ser ketine, peywira wê hatiye desteserkirin û 30 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwesti. Ozgokçe got ku “Erdogan rejîmeke dîktator ava kiriye û HDP a ku 6 milyon deng stendiye jî bi îddîaya terorê sûcdar dike û tune dihesibîne. Hemû mafên sereke yên Kurdan ji aliyê dewletê ve tê binpêkirin. Me bi rêjeya 70 û 80 ji sedî şaredarî stend lê dîsa jî hurmetê nîşanî îradeya gel nadin.”

RENSTROM: LI TIRKIYEYÊ WEKHEVÎ TUNE

Hevraportorê Tirkiyeyê yê Komîsyona Kontrolkirina Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê Yoomî Renstrom jî diyar kir ku piştî hewldana darbeya di sala 2016’an de ew çûye Tirkiyeyê û bi rêxistinên mafên mirovan, rêveberên partiyên siyasî hevdîtin kiriye. Renstrom got ku “Rêveberên welat diyar dikin ku ew cudakariyê naxin nav şaredariyayn lê şaredariyên partiyên mûxalif nikarin alîkariyê ji dewletê bistînin. Şaredarên ku ji peywirê hatine stendin sûc nekirine lê dîsa jî li dijî wan lêpirsîn didome. Tevlêbûna cenazeyê endamên PKK’ê û axaftina li civînekê wekî alîkariya ji rêxistinê re tê şîrovekirin.”