Li parkeke li Elmanyayê êrîşa bi kêrê: Yek jê zarok 2 kes mirin

Li bajarê Aschaffenburg ê Elmanyayê, li parkekê bi kêrê êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku 2 kes hatin kuştin ku yek jê zarok bû.

Li gorî medya Elman, li navenda bajêr li parkekê bi kêrê êrîş hate kirin.

Hate ragihandin ku di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku yek jê zarok bû. Li gorî agahiyan gelek kes jî birîndar bûn.

Park ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate dorpêçkirin û bi fikara ku gumanbar bireve liv û tevgera trafîka tevgerê hate rawestandin. Hate gotin, piştî êrîşê polîsan gumanbar girtine.