Li Parîsê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Parîsê bi hezaran kesan Newroz bi coş pîroz kir.

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistaniyan bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kir. Pîrozbahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn, li banliyoya Villiers-le-bel a Parîsê hat lidarxistin. Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hat xemildandin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hat vêxistin, stran hatin gotin û govend hat gerandin.

Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Newroz pîroz be“ û “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Abdullah Ûlmez, Cejna Newrozê ya çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla berxwedêrên zîndanan pîroz kir. Piştre Berdevkê Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya axaftinek kir.

Di pîrozbahiya Newrozê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

Kurdistaniyan li ber stranên Farqîn Azad, Sûna Alan, Helîmê Omarî, Hozan Farûk û Yakûp Adîktî govend gerand.