BI DÎMEN

Li Parîsê li dijî êrîşên kimyewî çalakî

Li Parîsê li dijî êrîşên kimyewî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê li Başûrê Kurdistanê sûcê şer ê.

ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ

Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Başûrê Kurdistanê li banliyoya Villîers-le-Bel a paytexta Fransa Parîsê bi meş û mitîngekî hat protestokirin.

Meş ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers-le-Bel (DKTM) ve hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Beriya çalakiya li ber stasyona banliyoyê hat lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Kurd de hat destnîşankirin ku çeteyên AKP-MHP'ê yên li hemberî gerîla têkçûn, bi çekên kîmyewî dixwazin encamê bigirin. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Dewleta Tirk hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dike û li ber çavê cîhanê li dijî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê qirkirinê dike. sûcê şer dike.Tevî ku belgeyên berbiçav hene jî, OPCW çavên xwe digre û dibe şirîkê qirkirina Kurdan.”

Meş li ber Vîllîers-le-Bel (DKTM) bi daxuyanî û peyamên piştevaniyê yên saziyên cuda bi dawî bû.