BI DÎMEN

Li Parîsê ji bo Rêber Apo meşa meşaleyî

Di çalakiya ku komploya 15’ê Sibatê lê hatî şermezarkirin de, banga tevlîbûna meşa mezin hate kirin ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê were kirin.

Li banliyoya Melun a li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, meşa meşaleyî hate lidarxistin.

Meclîsa Gelê Kurd a Evry piştgirî da çalakiyê. Çalakî li ber gara Melun destpê kir. Di meşê de pankarta “Hezar car silav ji te re Serok Apo” hate vekirin û yek ji parlamenterên Partiya Çep a Melunê jî beşdarî meşê bû û anî ziman ku ew ê pêvajoyê jinêz ve bişopînin.

Ciwanên ku heta qada Place bi rengekî coş meşiyan, li vir ji bo bîranîna sivîlên li Bendava Tişrînê hatine qetilkirin û Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Em ciwanên Rêber Apone û çi dibe bila bibe em bi wî re ne.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevlîbûna xurt a li pêvajoyê, wê destpê Rêber Apo xurt bike.

Piştî daxuyaniyê ciwanan ji bo meşa mezin a ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê were kirin, bang kirin û destnîşan kirin ku divê her kes di rojeke wiha girîng de li Strasbourgê kom bibe.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.