Li Parîsê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Kurdên ku li Parîsê hatin ba hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Kurdên ku li Parîsê hatin ba hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Bi banga Tevgera Jinên Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk (CDK-E) girse saet di 14.00’an de li Qada Repûblîqûeyê kom bû. Girse bi pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ heta Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê meşiyan.
Endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan di çalakiyê de axivî û got ku “Heta ku Rêbertiya me di warê fîzîkî azad bibe, wê berxwedana me bidome.”