Li Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê li pêşiya parlementoyê çalakî were kirin

Li Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5 rojan çalakî were kirin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 5 rojan çalakî were kirin.

Çalakî wê di 22’ê Sibatê de li pêşiya Parlementoya Fransayê were destpêkirin û di 26’ê Sibatê de jî bi dawî bibe.

Çalakî wê her roj di navbera saet 11.00 – 16.00’an de were kirin. Di çalakiyê de wê pêşengiya TEV-ÇAND’ê jî stran were strandin.

Di çalakiyê de wê bi pêşengiya xebatkarên Meclîsa Gel a Demokratîk li ser komployê, pergala Îmraliyê, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavokên bi Fransî were belavkirin. Di çalakiyê de wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze jî werin komkirin û ev îmze wê ji Sekreteriya Giştî ya NY were şandin.

Plansaziya çalakiyan wisa ye:

22’ê Sibatê: Meclîsa Parîsê ya Navendî

23’ê Sibatê: Meclîsa Vîllîers-le Belê

24’ê Sibatê: Meclîsa Drancyê

25’ê Sibatê: Meclîsa Evryê

26’ê Sibatê: Meclîsa Mantes-la-Jolîa- Creîlê

Cih: Pêşiya Parlementoya Fransayê ya li Învalîdesê