Li Parîsê dagirkerî û xiyanet hat protestokirin

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê êrîşên dagirkerî û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi meşekî hate protestokirin.

ÇALAKIYA LI DJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, êrîşên dagirkerî û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin û xiyaneta PDK’ê hat teşhîrkirin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Drancy hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku li pêşiya Komeleya Çanda Kurd a Drancy li hev civiyan, bi pankarta “Li dijî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêzin” dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bimre Xiyanet”, “Bijî Berxwedana Gerîl”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Şaredariya Drancy bi dawî bû û li vir ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut axivî û got: “Êrîşên ku ev hefteyek e li Başûrê Kurdistanê dewam didin, di eslê xwe de êrîşên ku 3, 4 sal in dewam dikin in. Bi eşkere dixwazin li Başûr qirkirinê bikin. Helbet bi tenê Başûr re sînordar nîne. Dewleta Tirk a faşîst li çar parçeyên Kurdistanê ji bo tunekirina gelê Kurd û gelên din her curê çekên teknîkî û pêşketî bi kar tîne. Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ji dîrokê heta niha li dijî her curê êrîşên dagirkerî, îmha û qirkirinê helwesteke hevpar raber kiriye. Bi êrîşên li ser Başûr dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze vê bi destê AKP-MHP û PDK bike.” 

 Çalakî piştî daxuyaniya Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bi dawî bû.