Li Parîs û Rennesê tecrîd hate protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê mîtîngek kirin. Li bajarê Rennesê jî bi pêşengtiya jinan jî meşek hate kirin.

Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) saet 15:00 li Qada Repûblîqeyê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de wêneyên berxwedêrên li dijî tecrîda li ser Ocalan ketine grevê hatin bilindkirin û dirûşma ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin qîrkirin.

Di mîtîngê de Komkujiya Helepçe û Qamişloyê hatin şermezarkirin û endamê Konseya Rêveber a KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û li ser navê Federasyona Elewî ya Ewropayê (FEDA) jî Riza Yagmûr û nûner Tevgera Jinên Kurd a Fransa Berîvan Firat axivîn.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî bi pêşengtiya Komeleya Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Demokratîk a Rennes ji bo protestokirina tecrîdê û xwedî li daxwazên berxwedêrên grevan derbikevin meşek lidar xistin. Meş ji Qada Colombîa heta Qada Repûblîqûeyê bi dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’, ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hatin qîrkirin, destpê kir. Di meşê de belavokên li ser tecrîd û grevê hatibûn amadekirin hatin belavkirin.