Li Parîs, Bordeaûx û Marsîlyayê çalakiyên ji bo Ocalan

Li bajarên Parîs, Bordeaûx û Marsîlyayê ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer çalakiyek hate lidarxistin. Ciwan li pêşiya Gara Parîsê saet di 15.00’an de kom bûn.

Di meşê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alaya PKK’ê hate hildan û meşiyan. Ciwanan meşa xwe bi stran û sirûdan domandin û bi saya dûmanên rengîn bala kesên derdorê kişandin. Meş heta qada Stalîngradê domiya û li ser navê saziyan axaftin hate kirin.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê jî bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî çalakiyeke dîtbarî hate kirin. Saet di 18.00’a de Kurd û dostên wan li qada Joûlîette ya Marsîlyayê hatin ba hev û gelek belavok belav kirin.

Vîdeoya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê  jî li ser dîwarê avahiya li kêleka konsolosxaneya Elman a li qada Joûlîette hate nîşandan.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fansayê jî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşê hate protestokirin. Di meşê de li ser hev slogana ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.