Li Parîs, Berlîn û Hambûrgê şermezarkirina qeyûman didome

Bi pêşengtiya rêxistinên Elewî li Berlîn û Hambûrgê li Parîsê jî bi pêşengtiya Konseya Kurd û ACTÎT’ê dagirkirina şaredariyên HDP’ê bi çalakiyên hatin kirin hatin protestokirin.

Xwepêşandanên protestoyê yên li dijî desteserkirina sê şaredariyên HDP’ê yên li Ewropayê dewam dikin.

PARÎS

Endamên Meclîsa Gel a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs û endamên ACTÎT’ê desteserkirina şaredariyan protestokirin. Çalakî saet 14:00’an li pêşiya şaredariya bajarê mezin a Parîsê pêk hat. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Fevziye Erdemîrcî got: “Divê di serî de Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa û Ewropayê dijîn divê li dijî faşîzma AKP’ê MHP’ê li her qadê rabin ser xwe û li ber xwe bidin.” Bang li welatiyan hate kirin ku sibe tevlî meşa ku li Qada Repûblîqûe ya ku wê saet 17:00’an bê kirin, bibin.

HAMBÛRG

Li ser banga AABF’ê saziyên Elewî yên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Hambûrgê hatin ba hev, dagirkirina şaredariyan protestokirin. Serokê HAKM’ê Cengîz Orhan diyar kir ku AKP/MHP ji bo hemû muxalîfan xeteriye. Li ser navê FED-DEM’ê Yavûz Fersoglû diyar kir ku wê gelê Kurd serî netewîne. Her wiha bang li her kesê hate kirin ku sibe tevlî meşa ku wê saet 15:00’anli Sternschanze Bahnhofê bê lidarxistin, bibin. Di dawiya çalakiyê de çelenga reş danîn pêşiya sefaretxaneyê.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî çalakiyeke girseyî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk hate kirin. Serokê duyemîn ê Mala Cemê ya Berlînê Yemîlîhan Koç daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew weke saziyên Elewî vê yekê napejirînin, wê dest bidin hev û têbikoşin.

Parlementerê Partiya Çep Hakan Taş jî bi Tirkî û Elmanî axivî û diyar kir ku qeyûm darbe ye. Li ser navê HDK Berlîn Brandenbûrgê Seher Yeter jî got: “Em dev ji vîna xwe bernadin. Vîn vîna gel e. Dest nedin vîna me. Hezar silav li Amedê.