Li Orebro û Helsînkiyê çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

Îro li bajarê Orebro ya Swêdê û li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye bi munasebeta Roja Cîhanê a Mafê Mirovan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.

Le bajarê Orebro ya Swêdê bi munasebeta Roja Cîhanê a Mafê Mirovan çalakiyek hat li darxistin.

Çalakî li ser banga Meclîsa Orebro û Komîna Jinan a Barîn hat pêkanîn.

Pankartên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û agahdarî li ser rewşa wî ji bo raya giştî hat dayîn.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye, kampanya a’Azadî ji Ocalan’ didome. Îro jî li ser pirên rêyên Helsînkiyê pankartên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.