Li Oldenbûrg, Gîessen û Berlînê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Oldenbûrg, Gîessen û Berlîn ên Elmanyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Kurdên li Oldenbûrg û derdora wê li gelek daran dar danîn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Enternasyonalîstan jî li El Hambrayê ya ku qada herî şên a bajêr e, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî Kurdan li baxçeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paqij kirin û kulîk çandin.

BERLÎN

Li Berlînê jî Kurdan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê pîroz kirin.

Ciwanên enternasyonalîst, TCŞ û Teko-JIN’ê di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî dan û diyar kirin heta azadiya fîzîkî Ocalan wê her dem çalakiyan bikin.

Ciwanan alayeke mezin a PKK’ê vekirin û dest bi meşê kirin.