Li Nurnbergê çalakiya kon hate destpêkirin

Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a sê rojî hate destpêkirin.

Di konê li Jakobplatza li Nurnbergê hatî danîn de pankarta “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” hate daliqadin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Heman demê di çalakiyê de ji bo kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” a ku tevgera jinan dayî destpêkirin îmze hatin komkirin.

Di tevahiya çalakiyê de li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn.

Çalakiya kon wê roja 25’ê Sibatê Pêncşemê seat 15:00’an li Hallplatzê, 26’ê Sibatê seat 15:00’an li Hans Sach Platzê bê kirin.