Li Munîhê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê salvegera 8’emîn a şoreşa Rojava bi meşê hate pîrozkirin.

Li Munîhê bi organîzekirina Meclîsa Jinan a Sarayê, Navenda Civakî ya Kurdan û Kurdistan Solîbûndê salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin.

Ji  bo bîranîna şehîdên Kurdistan û dinyayê deqîqeyekê rêz hate girtin û di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî hevgirtina enternasyonalîst’ hate berzkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku şoreşa Rojava ji bo hemû gel û baweriyan hêvî ye û êrîşên dewleta Tirk jî didome.

Di axaftinan de qala têkiliya Elmanya û Tirkiyeyê hate kirin û bang hate kirin ku li hemberî dagirkerî û qetlîaman bila her kes bihistyar be.