Li Munîhê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî lidar xistin
Li bajarê Munîh a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr çalakî lidar xistin.
Li bajarê Munîh a Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr çalakî lidar xistin.
Çalakiya li Munîhê ji aliyê Meclisa Civaka Kurd a Munîhê ve Meclîsa Jinan a Sara ve hate lidarxistin.
Axaftvanan di çalakiya ku belavoka KON-MED’ê hatî dayîn de, bibîr xistin ku ev 22 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.
Hate diyarkirin ku bi saya projeya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistî, têkoşîna azadiya gelê Kurd li cîhanê daye qebûlkirin.
Di çalakiyê de peyama ku hetanî Rêber Abdullah Ocalan azad nebe dan û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.