Li Munîhê biryara îdamê hate protestokirin
Cezayên îdamê yên li aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî û hevrêyên wê hatî birîn, li bajarê Munîh ê Elmanyayê hate protestokirin.
Cezayên îdamê yên li aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî û hevrêyên wê hatî birîn, li bajarê Munîh ê Elmanyayê hate protestokirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate xwendin.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Hoch die internationale Solidarität”, “Frau Leben Freiheit” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin berzkirin.
1’ê Adara 2023’yan li bajarê Sine Werîşe Muradî hate binçavkirin û cezayê îdamê lê hate birîn. Ji bo protestokirina biryarên îdamê, kampanyaya “Ji Werîşe Muradî re azadî” hatibû destpêkirin.