Li Munîhê agirê Newrozê hate vêxistin

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi şîara ‘Em bi ruhê Garê berxwedanê geş bikin, bi Rêbertiya azad, Kurdistana azad’ hate kirin. Kurdên li derdora Munîhê û dostên Kurdan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de nûnerê PYD’ê û parlementerê Partiya Keskan Gulseren Demîrel axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku ruhê berxwedana Garê mohra xwe li Newroza 2021’an xistiye û pîrozbahiyên li ser çar parçeyên Kurdistanê hate silavkirin.

Di pîrozbahiyê de Hozan Sîmar stranên xwe stra û pîrozbahî bi govenda li dora agirê Newrozê domiya.